be bêbakî demêkî hat û daẍî kirdim û řoyî

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  1636 Dîtin
be bêbakî demêkî hat û daẍî kirdim û řoyî
debê ḧałî çi bê bulbul, behar zor pêneçû řoyî?
nîgar hat daye xende, kewte dunya ah û nałey min
behar hat ẍunçe pişkût, dengî bulbul sû be sû řoyî
feraqim kird le paş to, hîç ḧeyatim pênema, qurban
ḧeyatî min ke toy, me’lûme namênim, ke to řoyî
leser maçêkî zarî xot ke netda řeng nebû zîz bî
’ezîzim bê wefayît kird le ser hîçî nebû řoyî
xeraman hat û çû diłber, wefayîNasnava edebî ma be nakamî
dirêẍa ’umrî şîrînim çi zû hat û çi zû řoyî?