dił denałê dem bedem sûtawî tawî fîrqete

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  3249 Dîtin
dił denałê dem bedem sûtawî tawî fîrqete
bulbule bo řûyî guł dił piř le dax û ḧesrete
çaw piř aw û dił piř awir, dił be dulber çaweřê
ey xuda derdî cudayî çend giran û zeḧmete
řoḧ leser lêw çaweřêtim ey tecellay nûrî tûr
hênde carêk xot be dił binwêne, mergim ḧesrete
řemz û ẍemzey yek nîgahit qelbî kun kun kirdûm
bûme cêy desřêjî turkan; boye cergim let lete!
daẍdarî elfî bałat ba le řût meḧrûm nebê
min kefîlî wesłî cennet herçî ehlî weḧdete
zulfî lerzand kewte ser řû şadman fewcî diłan
qet le dozexda ebed nîn, cennetîn ew ummete
qet çi dergay wa nîye ’alî be şertê biçmewe
ba hezar curim û xeta, baz yar! leser řûy řeḧmete
çawî bazî kuştimî, xendey be naz hênamyewe
sed ke bîmar û nexoş bê, pêkenînim şerbete
ba ḧîcabêkim nemênê lade tarî zulfekan
ta bekey dił namuradî weḧdete lew kesrete
guł be dem badî sebawe pêkenî, xoş bû cîhan?
ya le te’sîrî henasem ’etrî berqî xendete?
çaweket ba ayn kihFarsî xet hat û be min řuḧmî nekird
arê arê! merdumî newkîse her dûn hîmmete
min perêşanim leber zulifit be řûda kewtûm
zulf û řûy to sunbul û guł, ya ke nûr û zułmete?
ew butey sewdaserî kirdûm be zulfî bêmîsal
çaw ẍezal, bała nîhal, ebro hîlal, guł wecnete
ew gułey şeyda diłî kirdûm be lêwî şekkerîn
’enberîn mû, nesteren bo, lale řû, meh cebhete
bo řuxî to řû be ebro wek mujet destew du’am
ey çiray mîḧrabî ehlî qîble řojî řeḧmete
bo cemalî to minîş wek zulfî sergerdanî tom
ey çiray îslam û kafir weqtî merdî û merwete
mirdim û nemzanî ew awrey minî sûtand çi bû
ḧasłî seyr û silûkî ’aşiqan her ḧeyrete
mirdim û hergîz negeyme qîbleyî taqî birot
axir ey qîbley muradan ta bekey em ḧesrete?
yar ewa bey’î wîsałî řûy legeł to kirduwe
cennetî dawe be řoḧ, namerd wefayîNasnava edebî fursete!