be yadî zulifte aramî řoḧ û řaḧetî canî
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
2 Xulek
740 Dîtin
be yadî zulifte aramî řoḧ û řaḧetî canî
’eceb ’aşiq weha cem’e legeł ’eynî perêşanî
le batî bimkujê demxate dawî zulfî şêwawî
lebatî bê ke azadim bika demkate zîndanî
be ser neyda meger zincîre, ya zunnare, ya mare
le nexlî qametit aławe yaxo zulfî řêḧanî
be şîrînî ke can bexşî, be meḧbûbî ke diłkêşî
eto her abî ḧeywanî, eto her mahî ken’anî
zemanê qîblem ebrote, demê zunnar gîsûte
be derdî bêdewa mawim legeł kufir û musułmanî
be dû gîsûyî řeşmarî eger zincîrî dawwidî
be dû le’lî şekerbarî eger muhrî suleymanî
’eceb mawim be bûsê lew deme her cane bexşînit
be î’cazit qesem! ateş perestim ger musułmanî
leser çakî yexey zulfî le qubbey sîne aławe
le goşey dû ufuq nemdîwe şew dû mahî nûranî
qisey xakî berî pêt şuhreye bo çawî nabîna
heta nemdî be çawî xom be surmey dîde nemzanî
leber şorawî eşkî xom û soz û tawî ’eşqî to
serapa ’aqîbet her wek wefayîNasnava edebî bûme biryanî