mutrîb were destî min û damanî wefat bê
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
2 Xulek
2487 Dîtin
mutrîb were destî min û damanî wefat bê
sûtam be mestî meyewe dengî newat bê
saqî were meclîs be ser û gerdenî camit
bê neẍmeyî ney namewê ger abî ḧeyat bê
to gencî cemalit heye, min ’aşiqî řûtim
yek bûse çi nabê ke bifermûy be zekat bê
nabêtewe řoj îdî sebaḧî emelî min
bew gerdine, herta şikenî zulfî dutat bê
degrîm û legeł ahî derûn sozî diłim dê
wek berqî beharî ke le ’eynî zułmat bê
qurban! kutim: axir bese bew zulfe esîrî
fermûy: ke eto murẍî şebawêzî, sedat bê
men’im meke mestim ke be tefsîrî cemałit
’aşiq eweye bê sîfet û peřtewî zat bê
min řend û qelendersîfet û mest û xerabim
to pîrî xerabatî eger mezhebî wat bê
nemzanî heta pênekenî gułbedenî min
fincanî le mercanî debê piř le nebat bê
her çaweřwanî qedemî tom û eger dêy
zû bê nefesî axre, řoḧim befîdat bê
heste were lew camî eleste bide destim
bestey derî gułzare ewî mestî sefat bê
sed car biçim û bêm û bisûtêm ḧeqî toye
herçende be şer’î şem û perwane xetat bê
bo maçêkî memkuje, be řuḧim û be wefa be
herçende be dînî guł û bulbul ḧesenat bê
’ehdêke legeł guł ke bebê mutrîb û saqî
ta êre neçî îdî wefayîNasnava edebî de ḧeyat bê