eman mutrîb bê saqî wa bê

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  1756 Dîtin
eman mutrîb bê saqî wa bê
eger mey nabê bo xoy ba bê
kesê bêhoşî tecella bê
xeyałî neş’ey bade nabê
heta nebye xakî meyxane
mełê saqî bêne peymane
meḧałe bigate şem perwane
meger ser ta pê ew sûta bê
le tatay zulfan řûy tabane
dełê şew şewqî gułbaẍane
wek dełên emşew çiraẍane
bełkû şay gułzaran wa řabê
nexoşim kewtûm bê zubanim
denałim leber derdî giranim
bebê ew şoxe xom deyzanim
deway min nayê sed mesîḧa bê
nexoşim kewtûm derdedarim
wek zulfî dulber bêqerarim
řoḧ leser lêw çaweřîy yarim
yar dełên: wa dê, to biłêy wa bê?
to û ẍemzey çawî zubanzanit
to û serî zulfî perêşanit
meyêłe bimirim le hîcranit
biła mecnûn bê be leyl şa bê
ger degirim zulifit, dełêy kafir bûy
dest bo dênim, dełêy çatir bûy
be her ḧał bo min to awir bûy
fîday mirdin bê jyanê wa bê
yaxuda be nałey dił’êşan key!
yařeb be yahûy derwêşan key!
ẍemî cergî min perêşan key!
řût lenêw zulifit bo biław nabê?!
demêkî wa bê ey mayey sebirim
be dił damanî zulifit bigirim
heta key axir her bot bimirim?!
tawêk na tawêk sełam lê řabê
eger yar bête goşey qesrê
diłêkî dem be dem awir negrê
be dîdarêkî sed car nemrê
diłî wam nawê tûrî sîna bê
ne zulfî tom, boç bêqerarim?!
ne çawî tom, boç wa bîmarim?!
’eceb şêwawe ser û karim
dyare derdê bêdewa bê
demêkî řût bigirim zulifit ladem
be xoşîy herdûk dunyat nadem
ke tom bê çim le řewzeyî adem?
beheşt wa xoşe toy têda bê
çend xoşe emin û to heta mirdin
wek zulfî to bîn: dest û gerdin
le to guł gułẍunçet wa kirdin
le min qurban bûn ta řûḧ mabê
meger to bûy û hatye xende
ke wa dunya piř le keleqende
be mergî min biłê nirxî çende?
dełêy dił? hanê! dełêy řoḧ? ta bê!
dełê:gułzarim, gerden askim
wenewşe biskim, zîwîn baskim
biła bizanê çend nerim û naskim
eger řûḧ dênê wefayîNasnava edebî ba bê!