be nazêkî kuşnidey sed hezar can û dił îftadey

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  685 Dîtin
be nazêkî kuşnidey sed hezar can û dił îftadey
melek ya ḧorî ’eynî to? firîşte ya perî zadey?
be dił xendêkî binwêne, bilûrîn sa’îdit bêne
yedî beyzat heye to dem le î’cazî mesîḧa dey!
ne qend tamî heye qurban, ne gułřêz û ne ’enber bo
eger carêk be xendey bêy, serî zulifit be dem badey
kutit: ha zulf û kafir bûm, kutit: ha řûm û çatir bûm
ke min her bême ser řêy to, debê to boç le min ladey?
demit wabêne destim bigre, ba bimirim leber çawit
be camêkî xelasim ke le dest ew turke celladey
be çawî mestî to kewtûm, be narî zulfî to şeydam
nexoşî tom denałênim, ḧeyatim! boç berim nadey?
ke to sułtanî, řuḧimit bê be zulfan bes diłim têk de
debê ta kengê beytułła be dest kafir be yeẍma dey?
demit bêne be dił bigirim, leber camî lebit bimirim
demadem řoḧ bexşî to lebaleb saẍîr û badey
çiray qendîle, şemsî asmane, řûy direxşanit
eger sedcar be zuhre û muşterî řûbendî pêdadey
wekû masî û semender teşnegîm naçê eger sed car
be ab û řeng û řût sînem weber tîrî tecella dey
leber çawî wekû zulfî perêşan kewtim û fermûy:
wefayîNasnava edebî çit le meyxanan ke to wapîr û îftadey?!