ta xendeyî guł kaşîfî esrarî nîhane
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
1 Xulek
743 Dîtin
ta xendeyî guł kaşîfî esrarî nîhane
zarit le tebessum nekewê qet le zemane!
zulifit çîye wa ta berî pê ḧelqe be ḧelqe
ya ne şewî hîcrane ke zîndanî diłane?
toy pêdekenî zewqî diłanî be henase?
ya ’etre debarê? eserî baẍî gułane
qullabî mujet girtimî řûy kirdime ebrot
ye’nî ke ewe qîblenumay ehlî diłane
to řojî direxşan û emin şew wekû zulifit
sergeşte le dûy to degeřêm: xane be xane
giryanî diłane leser ew zulfe be řûda
ya nałeyî murẍanî şeb awêzî beyane?
ba’îs be cudayî le beharî gułî řûte
bê řengîy řengim ke wekû řengî xezane
hêşta diłî min nadeyewe her le cefaday
bo tîrî hemû derd û ẍemit bûme nîşane
bulbul le ziban kewt û buwe xwên peřî guł, guł
carêkî nepirsî: ke çi firyad û fuẍane?
ḧeyranî biro û xałî le řûy toye wefayîNasnava edebî
bo çî ḧerem ateşkedeyî pîrî muẍane?