ke şaney da le zulfî tar û marî

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  2468 Dîtin
ke şaney da le zulfî tar û marî
le her tayêkî barê nafe barî
be daw her tarê bo min bote marêk
le pêm aławe zulfî tar û marî
meger to bûy be giryem hatye xende
ke guł pişkût be dem hewrî beharî
were ser herdû çawim ta bizanin
ke wa şîrîne serwî coybarî
be berda zulfî berdawe ke tata
şewî gêřa be řoj baẍî henarî
leber awrî derûnmida degryêm
be berq engûtuwe hewrî beharî
kutim: ey taze ẍunçey baẍî cennet
kutim: ey serwî çîn, mahî ḧesarî
leber şewqî fîraq û îştyaqit
feraqî kird diłim toqî be zarî
be carê bimkuje, xwênim biřêje
xelasim ke le derdî întîzarî
biroy têkna be řûda areqî řişt
le mahî qewsda şebnim debarî
weha şêwa wefayîNasnava edebî, dûr le zulifit
le daẍî to ke her giryane karî