wefayî but peristî toye sed car kufrî zahîr bê

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  929 Dîtin
wefayî but peristî toye sed car kufrî zahîr bê
be dînî bulbulan secde ḧełałe guł ke mezher bê
demêk ba dest û gerden bim, demêk ba hemdemit min bim
nexoşî çawî tom bełkû şîfay min şîr û şekker bê
qesem bew lêwî xendan! her etoy bew şikił û bałaye
le cennetda eger hîç nexlî tûba, abî kewser bê
le tawî tîrebaranî nîgahit boç nenałênim?
dyare ḧałî bîmarêkî cergî piř le neşter bê
řux û gerdinî pîşan dam pêm dełê: to her binałêne
ke xoşe neẍmeyî bulbul beharan wek beyan berbê
le dûla zulf û xałî ’enberîn kewtote řuxsarî
wekû tabûrî hînd û çîn be baẍî diłguşa werbê
ke řûy xoy xisteder hesta le her goşêkî ẍewẍayê
cîhan piř bû le nałey ’aşiqan wek řojî meḧşer bê
qerarî da be řoḧ û dił berî pêy maç bikem ta ser
îlahî ’ehd û peymanî ḧebîbî min heta ser bê!
be hewyay xałî lêwit kewtime dawî zułmetî zulifit
îlahî řehberî abî beqam xizrî peyember bê
lewî řojê ke destim da le řûy, sîřřî demîm zanî
be qur’an swênd dexom kewser eger wek le’lî dulber bê
dełê: bigrî, bibarêne, heta bêm dest wigerdin bîn
nîsarî şay şeker lêwan debê her le’il û gewher bê
dełê: bimre û bisûtê ta be dił min bême ser cêy to
silûkî ’aşiqan waye ke dił derbê be diłber bê
weha meḧwî tecellay gerden û řuxsarî tom qurban
le xakim, řenge ta meḧşer ke her nesrîn û guł der bê
xuşa bew řoje goşey çawekey damê be naz fermûy:
wefayîNasnava edebî bo direng hat? ey xuda celladî kafir bê!