ḧerîfan el’eman kuştûmî yarim, çawî bîmarî

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  535 Dîtin
ḧerîfan el’eman kuştûmî yarim, çawî bîmarî
desa bên dest be şînim ken! be yekcarî, be yekcarî
giriftarî kesêkim, dił birîndarî cwanêkim
cefacû, tundixû, zincîr mû, xeyyatîye karî
çi diłkêşe îlahî sebzeyî newristeyî kułmî
le dewrî bergî guł şîrîne arê xettî jengarî
be xende hat nîgahî kirde min wa mest û şeyda bûm
ke nemdî ẍeyrî wî, her ẍunçe bû pişkût û guł barî
xuda tobe le dest ew çawe bîmare çi seḧḧare
be ’eynî dił dekêşê ga be yarî ga be ’eyyarî
le xendey zar û cîlwey tar û kakołî perêşanî
şika bazařî qennadî û nirxî mîşkî tatarî
beharî ḧusnî xemłîwe be barî gułbunî bała
şikofe demye, řeyḧan xetye, nêrgis çawî bîmarî
’eceb mawim be çawit wa be bîmarî dił’azare
çi kafir mîllete - yařeb - le mestîdaye hoşyarî!
emin teşbîhî řuxsarit be mîhir û meh bikem! ḧaşa
ke to mahî sinewber qamet û xurşîdî gułzarî
çi xwa berdare daym ẍerqî xwên bê merdumî çawim
le xwa xoş naye, axir kake, ḧeyfe merdum azarî
be xořayî nîye wa xaw û wa şêwawî, ey sunbul
meger toş wek wefayîNasnava edebî ẍemzedey kakołî řeşmarî!