lemḧet be sefa nîweyî mahêkî temame

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  596 Dîtin
lemḧet be sefa nîweyî mahêkî temame
dił ’aşiq û sewda’îye mahêkî temame
ḧełqey serî zulifit le du la çetrî ’îzarin
dewrî wereqî lale û guł’enberî xame
bo qetłî diłim bote du sef leşkirî mujgan
dû nergise fermanderî sułtane nîzame
ew řoje ke dîm tuřře leser ’enberî xałî
zanîm ewe bo seydî diłim dane û dame
pêm kut: were bo xot be demit bimkuje! fermûy:
mumkîn nîye ew emre leser çawî syame
bew pence ke řengî diłe saqî ke etobî
peymaneyê zehirim biderê ’eynî şîfame
bo kuştinî min dest mede xencer, be fîdatim,
lew xunçegułî wek deme yek maçî temame
min talîb û dił řehřewî nêw zułmetî zulifit
xałit xidrî zînde, demit abî beqame
qurbanîye ew mahe temame were qurban
qurbanî serit bim be dił ew mahe temame
pêm kut be nesîmî seḧer ey peykî wefayîNasnava edebî
mirwet nîye guł hênde leser cewr û cefame
guł hate şekerxende bedem badî sebawe
fermûy wefayîNasnava edebî ke cefa ’eynî wefame
metłeb nîye şî’ir û ẍezel û beyt û qesîde
menzûrî wefayîNasnava edebî ke legeł kake selame