ey be her awêne ḧusnêk û tecellayêkî dî

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  508 Dîtin
ey be her awêne ḧusnêk û tecellayêkî dî
ey be her çawî diłî ’aşiq diłarayêkî dî
bo xîtabêkî şew û řoj ew diłey sûtawî min
tûrî řoḧim talîbî dîdarî mûsayêkî dî
çunke awêney cemałî şahî xûbane diłim
dîte ah û nałe her dî řûyî zîbayêkî dî
ẍaretî hoşim deka herdem perêkî şox û şeng
boye wa herdem le diłma şor û ẍewẍayêkî dî
hîcrî to řoḧan dekêşê, wesłî to řoḧan deda
ey fîday zulf û řuxt bim! to mesîḧayêkî dî
min be çaw û gerdinî to teşne û xwênîn diłim
awrî min danamrênê cam û mînayêkî dî
qîblegahî ’arîfan kes wek ’ubeydîllaNava taybet nebû
’almêkî wa debê bo ẍewsî beẍdayêkî dî?
her le teqdîrî wefayîNasnava edebî bû şewî dî meyfiroş
ḧeyfe bo to her deme deyr û kilîsayêkî dî