ey be her awêne ḧusnêk û tecellayêkî dî

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  506 views
ey be her awêne ḧusnêk û tecellayêkî dî
ey be her çawî diłî ’aşiq diłarayêkî dî
bo xîtabêkî şew û řoj ew diłey sûtawî min
tûrî řoḧim talîbî dîdarî mûsayêkî dî
çunke awêney cemałî şahî xûbane diłim
dîte ah û nałe her dî řûyî zîbayêkî dî
ẍaretî hoşim deka herdem perêkî şox û şeng
boye wa herdem le diłma şor û ẍewẍayêkî dî
hîcrî to řoḧan dekêşê, wesłî to řoḧan deda
ey fîday zulf û řuxt bim! to mesîḧayêkî dî
min be çaw û gerdinî to teşne û xwênîn diłim
awrî min danamrênê cam û mînayêkî dî
qîblegahî ’arîfan kes wek ’ubeydîllaNamed-Entity nebû
’almêkî wa debê bo ẍewsî beẍdayêkî dî?
her le teqdîrî wefayîPen name bû şewî dî meyfiroş
ḧeyfe bo to her deme deyr û kilîsayêkî dî