hênd nexoşî derdî dûrîm wexte gyan û dił derê

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  2579 views
hênd nexoşî derdî dûrîm wexte gyan û dił derê
ax nesîmî subḧidem kwa ’erz û ḧałî min berê?!
derdedarim, bêzbanim, bêdiłim, sewdaserim
ax le bo dił mîhrebanê, hem ziban û hem serê
kes le ḧałî soz û giryanî min agadar nîye
ax le bo yek ḧałzanê dił piř aw û awrê
leḧzeyek yadî xuda naka leber ’eyşî cîhan
nefsî kafir wa dezanê qet cîhan řanabrê
min be dił, zulifit beser, kewtûyne ber pêy řeḧmetit
ey umêdî mu’mîn û kafir be ḧałim nezzerê
bêşekerxendey demit wesłî řuxt mumkîn nîye
cennetim nabê heta nemşon be awî kewserê
pêm biłê wechî çîye zulifit muqîmî řûmete?
xo be şer’î mustefa cennet be kafir nadrê!
ba edî bes bê cefa bew çawe bîmaret biłê
ya deway derdim kerem ka, ya le derdim hełgirê?
kirdimê mecnûnî der û deştan û ferhadî zeman
şox û selmařeng, leyladeng û şîrîn şekkerê
kirdimye efsaney hemû bazař û şaran ’aqîbet
řû be xał, gerden merał, çaw kał û gêsû ’enberê
men’î nałînim meken yaran le dest mujganî yar
zor be êş û derde řêşî cêge nêşî neşterê
zeḧmetî bêhûde takey? ey tebîbî mîhreban
derdî min derdêke bêdermane çarey nakirê
sozî cergî min be giryan wa be bałay hełçuwe
ger hezar tofanî nûḧ bê awrî min danamrê
dest û daman bûm, gułêkî mezherî tom bû kutî:
’îzzetî ḧusin û cemałim şewketê hełnagrê
dûdî ahim sozî cergim wa ke her bała deçê
şew nîye asman ke negrê çake awir nagrê
řûy wederna ta be ta zulfî diławêzî bizût
ah û nałey ’aşiqan hat bû be řojî meḧşerê
maçî ser tapay ke day fermûy: wefayîPen name min deřom
ew demet mawe le ’umirit heste ba xoş řabrê