şerḧî derdî arezûmendî le kes te’sîrî nabê

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  1172 Dîtin
şerḧî derdî arezûmendî le kes te’sîrî nabê
ew kesey derdim dezanê ger le yarî xoy cudabê
ey birader xanewêranî cudayî bû wefayî
wek wefayî ey cudayî yaxuda xanet xirabê!
ẍeyrî diłber derdî dił nałêm be hîç kes ta bimênim
derdî dił bo wey biłêm çake be derdim aşnabê
axir ey sułtanî xûban ta bekey namîhrebanî?
çake meḧrûmim nefermûy: ya xîtabê ya ’îtabê
řoj û şew to bûyte qurban şîwen û şînî diłî min
karî bulbul fesłî guł nałîne ta ahêkî mabê
men’î sûtanim mefermû ba wicûdî ew cemałe
pîşeyî perwane her sûtane ta şewqî çira bê
herkesêkî gułfiroşe baẍî piř coş û xiroşe
ya derî gułzarî bigrê, ya le bulbul bê sedabê
herçî to pêt xoşe meḧzî řeḧmet û meqsûdî diłme
ger ’îtabî lin tiranîErebî ya xîtabî ew dinaErebî
boyê sertapa gunahim, boyê ’asî û řûsyahim
ta geda şayanî řuḧim û îltîfatî padşabê
dûr le eẍyar û řeqîban ’umrî dused sałe dênê
dest le destî yar û seḧnî baẍ û goşey mahtabê
řeng zerd û lêwbebar û eşkibar û bê qerare
zor perêşane wefayîNasnava edebî, wek le yaran hełbiřabê!