dûr le to bo û zulfe dił ḧeqqî beła û werheme

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  488 Dîtin
dûr le to bo û zulfe dił ḧeqqî beła û werheme
bo ’ezîzî xoy hemû kes wa be şîn û mateme
xałî serçahî zenexdanit çi şîrîne? dełêy
hîndiwêkî teşneyî coyayî abî zemzeme
zulfeket girtimî, beyazî gerdenit sûtandimî
xwênî perwane be destey şew leser estoy şeme
şem’î meclîs dermeke perwanekey sûtawte
her ewe ser ta qedem bot ateşîn û meḧreme
’uşret û ’eyşî cîhan xetme leser maçî demit
her suleymane ewî destî biga bew xateme
sa’îdî îmdadî pencey da be fetḧî dił kutî:
sefşikênî qołî gurcistane, fewcî pênceme
zulf û xałî to ke wa şad bûn be to ’eybî nîye
emřo herçî řûřeşe bałanşîn û meḧreme
min diłim bo maçêkî çawî be zulfî da kutî
:ey peşîmanim! wefayîNasnava edebî! meste sewday berheme