’ezîzim řoḧî şîrînim le min bo çî kenarî to

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  3658 Dîtin
’ezîzim řoḧî şîrînim le min bo çî kenarî to?
were ser herdû çawî min ke serwî coybarî to
leser çakî girîbanit seba şêt bû wekêwan kewt
ke řêy kewte xeyabanî guł û baẍî henarî to
nexoşî çawekanit bûm û xendey to sebûrî dam
şîfay bîmarî xot da, gułşeker barî le zarî to
lelayê tare dawî dił, lelayê mare qesdî ser
çi sîḧrêke? ’eceb mawim le zulfî tar û marî to
xetit hêna cemalit pê numa, kwa řewneqî xałit?
feřengî hat û ke’bey girt û mendî çû le şarî to
řeg û řîşey diłim her deng û nałey ’îşqî toy lê dê
biłê mutrîb, were saqî, serapa bûme tarî to
be çawit kewtûm, bo zarî to agir le min ber bû
sipendim her bisûtêm çake min bo çawezarî to
kutim: şêwawî zulfim çaweket bełkû ’îlacim ka!
îşarey daye xał û yanî waye daẍdarî to
nexoşî çawî tom bêhûdeye diłdarîy xałit
be îflatûn ’îlacî naye bîlla derdedarî to
cemałit ahî min girtî xetî sebizit beserda kewt
çemen řabird û serma hat û têk çû newbeharî to
nîgahî kirde min hestawe zulfî xiste řû fermûy:
qyamet hat û řoj gîra, wefayîNasnava edebî her xumarî to?!