dulbera! tobî û serî zulifit be ’arîz dawere
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
1 Xulek
782 Dîtin
diłbera! to bî û serî zulifit be ’arîzda were
kê dełê axir ke şew bêřoje, řoj bêsêbere!
ta be dił nûrî ’îzarî tom nedî zarim nedî
zeřře me’lûme ke şew hełbê le goşey pencere
’aşiqî bergî gułim, ew mare bigre baẍeban
řoḧekem! ye’nî ke kułimit bêne zulifit labere
ḧełqeyî zulfî be barê xiste berdem dulberim
ye’nî ’eynî ’enberim bew nuqte emřo ẍem bere
herdû zulfî xiste [ser] dem şahîdî řû, da biłên
mîmî bisim alilhErebî le cennet ’eynî şehd û şekkere
xettî ber zulfî perêşanî be mujganî dełê:
padşay ḧusnî şika, tozî şiksitey leşkere
taqe ebroy to be xwênřêjî be dû zulfî syah
xencerî zîcewşene ’îşwe û îşarey cewhere
to ke awêney diłim deşkênî binwêne wîsal
ba henasem netgirê řût wawe bênî çatre
çaweket wa teşneyî xwêne be mujganî syat
bo hîlakî min dełêy mestêke destewxencere
qîble gořawî wefayîNasnava edebî ’aşiqî sadiq nebî
bê sefay dił, ’umrekem, ew se’ye her derdîsere