bulbulî teb’im ewa dîsan senaxwanî deka

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  6110 Dîtin
bulbulî teb’im ewa dîsan senaxwanî deka
nukte sencî û, bezlegoyî û, ’enber’efşanî deka
herkesê îzharî danayî bikat û, meqsedî
xudpesendî bê, yeqîn îzharî nadanî deka
xerqepoşê key depoşê cewherî zatî emin?
bîte nêw, cîlwey, be zuştî xoy be ’uryanî deka
zabîtey teb’im sware, îddî’ay şahî heye
muḧteşemKes dîwane, daway textî xaqanî deka
şahîdî fîkirim ke bête cîlwegahî dulberî
şahî xusrewKes řoḧî şîrînî be qurbanî deka
nûkî xamey min ke bête me’na’arayî kemal
xet be xet îzharî neqşî sûretî manîKes deka
îstîta’e û quwetî teb’im, be kurdî û farsî
’arebî, îzharî çalakî û çespanî deka
xatrêkî şox û xoş û bêẍem û cem’im hebû
êste bo zułfî kesê meşqî perêşanî deka!
hudhudî dił ḧebsî belqîsKesy sebaNava taybety dîwe, yeqîn
xoy ke damêngîrî şahî asefî sanîKes deka
ew kese teḧdîsî nî’met bê murad û metlebî
mîslî nalîNasnava edebî îmtîsalî emrî yezdanî deka