bulbulî teb’im ewa dîsan senaxwanî deka

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  6096 views
bulbulî teb’im ewa dîsan senaxwanî deka
nukte sencî û, bezlegoyî û, ’enber’efşanî deka
herkesê îzharî danayî bikat û, meqsedî
xudpesendî bê, yeqîn îzharî nadanî deka
xerqepoşê key depoşê cewherî zatî emin?
bîte nêw, cîlwey, be zuştî xoy be ’uryanî deka
zabîtey teb’im sware, îddî’ay şahî heye
muḧteşemPerson dîwane, daway textî xaqanî deka
şahîdî fîkirim ke bête cîlwegahî dulberî
şahî xusrewPerson řoḧî şîrînî be qurbanî deka
nûkî xamey min ke bête me’na’arayî kemal
xet be xet îzharî neqşî sûretî manîPerson deka
îstîta’e û quwetî teb’im, be kurdî û farsî
’arebî, îzharî çalakî û çespanî deka
xatrêkî şox û xoş û bêẍem û cem’im hebû
êste bo zułfî kesê meşqî perêşanî deka!
hudhudî dił ḧebsî belqîsPersony sebaNamed-Entityy dîwe, yeqîn
xoy ke damêngîrî şahî asefî sanîPerson deka
ew kese teḧdîsî nî’met bê murad û metlebî
mîslî nalîPen name îmtîsalî emrî yezdanî deka