ger bêye derê serwî řewanî le îremda

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  6010 views
ger bêye derê, serwî řewanî le îremda
wer neyye derê, ahûy çînî le ḧeremda
’îşqit le dił û dîdeyî piř eşk û elemda
guncayş û teskînî nîye, zore le kemda
lafî demî to, ẍunçe le demya bû, be ’emden
ba xustî biřî, xistî, ke mistêkî le demda
dił muzmeḧîlî derde wekû dîde le nimda
ḧeyran û perêşane wekû qetre le yemda
nalîPen name meselî ḧałî le eşkenceyî ẍemda
wek nałe le neyda, wekû nale le qełemda