ey peřtewî ḧusinit hemû řengî gułebaẍan

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  2203 Dîtin
ey peřtewî ḧusinit hemû řengî gułebaẍan
neş’ey nezerit zewqî dił û şewqî demaẍan
esma û sîfatin be tecellî le wicûdit
ya şew bû eto hatî le met kirde çiraẍan
to hatîye gułşen be ser û zulfî biławit
zor pê neçû řoyî le çemen lale le daẍan
zulifit be henasem geyîye sîneyî bazit
zistane gułistan buwe pabesteyî zaẍan
ew kułme ke arayşî sed dayre zulfe
guł şewqî be şew dawe çiraẍane le baẍan
lew řasteyî bazaře çi naden be diłî min
her merḧemetî toye xiřîdarî eyaẍan
sed neşterî ẍemzet le diłim da, keremit kird
qanûnî tebîbane bipirsin le nesaẍan
sûtawe derûnim, werin ey mutrîb û saqî
to lêde le tenbûr û eto piřke eyaẍan
çarey nîye dêwaneyî řûy toye wefayîNasnava edebî
sed sał eger bîbene ser pîr û wecaẍan