nîgara diłbera namîhreban yarî cefakarim

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  888 Dîtin
nîgara! diłbera! namîhreban! yarî cefakarim
be zarî kuştimit! takey defermûy min wefadarim?
dełêy murẍî şebahenge le dewrî subḧî dîdarit
le ḧelqey zulfî to dê dem bedem nałey diłî zarim
be derdê mubtela bûm cahîl û dana ke ḧeyranin
meger çawî nexoşî tom ne mexmûrim ne hoşyarim?
gehê sûtawî ebrûtim, gehê pabendî gîsûtim
le layek řû le mîḧrabim, lelayek řû be zunnarim
nîşaney qatîlî namîhrebanim zahîre ye’nî:
ferengî xet û zengî zulf û hîndû xał û diłdarim
be tay zulfî û çînî tuřře dîn û dił deba çawî
dełêy min xanewadey ahwanî çîn û tatarim
wesîyet bê ke mirdim text û tabûtim le ’er’er ken
heta ’alem bizanê min şehîdî qametî yarim
«wefayî» dûr le to peyweste ḧałî şîn û giryane
leber çawit be sed cê wek nîşaney diłbirîndarim