le sofyada

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  690 Dîtin
1
ewa êsteyş geyştîne berdemî sofyay sewz ke her wekû sinewberî tîtik teřî dway baran xawên xawên, leş bironzî, birîqey dê û lew dûrewe zerdey bize eda le demuçawman.
***
le pencerey wagonewe ser û milî derhatûm ełêy hêşûy berdemî řeşebaye herdû çawim nîwe nûqaw aw têzaw dinya efřê û kem xayene em peley temaşaye.
***
le colaney naw balqonî ser nihomî berzewe wekû leşim xeyałim řa’ejenim bo berewxiwar, bo berewjûr řwanînim dêt û eçê û ewey xełkî naybînê min eybînim.
***
kiç be çepik zerd û sûr şeqamekan gułdanin ewe boye em careyan şî’rî sipîy hawînem bonxoştirîn ’etrî wişey gułzarî naw dîwanin!
***
ey kiçanî leş kerwêşkîy nermunoł! leber hetaw pêstî şan û lamil ta nîwey qoł wekû řengî qeysîy geyîw lê hatû min emzanî êwe kuştey tîşkî xorî betawin, boye minîş hetawî sûrî hełbestî xorhełatîm le çawda bo hênawin. ey kiçanî poşak sadey nêw baxçe! min bo pûzî xiř û qełew, lerey memk û gułme goştî berçene bo pîrozey çawî şîn û zerdexeney be şine bo pilupêy piçkolane û serî pencey wek gêlas bo gerdinî yek qulancî û lûtî qincî yonanî şa’îrêkim şî’rî kêwîy bonkerim bo kwê biřon min lew şwêne amade û carê sêber, carê sirwe û hendê carîş peykerim.
***
ey sofyay qiştîlaney hemîşe řeng ḧemamî pesaportim polîsekey berbaxeł ełê ebê becêtbêłim, biřom bo řojî dwayî. ewa êsteyş ey sofyay řoḧşîrîn ba pêş ewey herdû destî do’axwazîm hełbiřim řû bikeme aramgakey «dîmtirof» ta lewêda minîş wekû hezaran xełkî dinyay azadîxwaz řîz bigirim.
2
wek kiştekî hezar mûrûy řengawřeng çetrî ser ser leber hetaw řîz bestuwe û kişawe řwew dwamał, cê nizirgey dîmtirof hengaw wirde, bewçane û westan zor meger koke yan pijmînêkî nawext bîşłeqênê gomî meksî apûrey xełkî ber xor!
***
pasewanî qozî berdem aramga des leser çek her ełêy buwe be berd tirûkey çaw, bizawtinêkî nîga mişemşê, henaseyek, lerzînê nabîsî û bedî nakey çend bwestê û çend biřwanî û seyr key! goşt û xwêne yan momyay bê gyane dwa řoyştinîş em dû şite le lat cêgey gumane!
***
ke ser ekey be řařewî nîwe řûnakî nizma wekû xew bê tirsêk gyanit da’egrê řîzî barîk hetakû zyatir bitba heybetî şwên, qubbey besam, řêy meřmeř meşxełî ser gardî westaw le sûçda xurpe xurpî se’atî dił xêratir, gurictir eka!
***
her xulêk û be lay çepa ser sûřa leser çirpay naw şûşebend «dîmtirof» leser pişt řakşawe çepkeguł le jûrsera heta sersing dapoşraw destêkî derhênawe ełêy bo ser xewêke û êste çawî lêk nawe!
***
ey piłingî sûr û sipî řakşaw! be peyjey dengî toda bulgarya serkewte ser dwaple û destîşî geyye mangî azadî ey goranîy hejaran! her be řakşanewe toy řûbarî behaje řoj nîye lêre û lewê hezaran hezar şepol hełnesênîte ser pê!