behare şî’rêk

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  1432 Dîtin
wekû dirextêkî tenyay
ber zerdepeř
lepał dewenî girdêkda
řawestawim
ser û mil û ta nawqedim
leber hetaw
qaçuqul û ta jûr ejno
nuqmî sêber.
beramberim:
kêwî berdînî gerdin lûs
wek dîwarî şûşey şîn baw
řêk hełkişaw
ke gilênem efřê bo lay
wek serincim hełbixlîskê
çaw etrûkê û kizebayek
kalane piř eka le aw.
lem laşewe temumjê
wek qijî xaw
be dem «ba»we
dêt û eçê û carêk eçête ser leşî
befrî nûstû day’epoşê û
carêkî tir wekû hełbê
berew dwawe
berew dołî ew dîwî şax
mil enêt û behêwaşî da’egeřê.
lew layşewe lûtkey tîjî
şêwe xencer
pełehewrêkî simîwe û
çetrî sipî
hełdawe leser tewqe ser.
le binarda û leser řûbar
ke şewqî awêney awî
çepke pirşing
eda le pełkegyay deştî
řakşawî textî kenar.
pole masîgrey sipî,
sipî wekû gułî çwale
bał wer’eden le tenkaw û
tinokî sard epirjênin
le demuçawî hełałe.
be lay řastida pełe çinar
le cogeda qaçî tezîw
lereler û xişexşî gełay gwarey
wek xitûkey lamil bida
da’eçłekê û pê’ekenê û lence eka
çiłî berzî gerdane zîw.
be lay çepda:
řêgey nisirmî naw derbend
em ber, ew ber
heta êsteş dest û pencey
daristanî şînhełgeřaw le go kewtû
biniçk lejêr befra xewtû
ke serincî zyad lê bigirim
min lêrewe le sermanda
wek şořebî heł’elerzîm.
êwareye û xorinşîne û her westawim
lew sakewe peykerêkî bilûz şînim
her dû destim le gîrfanda û necûławim.
ewa êsteyş
le damênî zerd û sûrî em girdeda
to ebînim ey kiçî cwan!
kiras û keway pûleket,
nêrgizî qij,
birîsk û huř
birîqubaq
wek gizing û denke terze
wek pûlekey piştî masî
gomî zor řûn,
wek pizîzkî agirî şwanî
be qedpałewe sûtawim,
wek diłopî hełpirjawî
ser qełbeze
hezar tîşkî
řengawřeng eden le çawim.
geray sedan şî’rî biçûk
lenaw naxî minda exen.
be’espayî û be jêy diłim
zor mosîqay deng sîḧrawî
nebîstirawim bo lê eden.
ey şoře kiç!
ebê çî cwantir bê le to?
meger tozêkî tir wextê
ke tarîkî be pelepel
bo êre dê
min eřom û
ew le cêgem da’enîşê.
wextê legeł
dengî sewzî «xalqî»da
swar ebim û
berew şar egeřêmewe
wextê lepiř
leser miley tasłucewe
lew dîw camî taksîyewe
«silêmanî»m der’ekewê
meger her ew lem şeweda
lew dûrewe
şepolî direwşanewey çawekanî
tîşkî mirwarî berdemî
hełřêjrawî
wek kiras û keway berit
pûlekeçin,
meger her ew
wek to cwan bê û bigate to û
be herdûktan şî’rî cwanîş
biden be min.