le bodabsitida

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  823 Dîtin
- 1-
ledway şewêk, xewî piçiřpiçřî ziřaw
lûrelûrî şemendefer,
be nûzey dirêj.
zîkezîkî pêçke û fîşkey
lepiř û nakaw.
şeqeşeqî dergayekî
dûrî danexraw.
dway şewêkî dem be bawêşk
tozê gêjuwêj
wextê taze
hetaw: kirasî erxewanîy
ekirde ber:
«budabist»y demewbeyanî
lenaw îstigey pûrehengida
minîş dabezîm
şwên: gułcařî ew xewne bû
pêş çend sałê dîm.
* * *
serincî lûs wekû masî
le dest derpeřî û
xoy hełdaye
«danûb»ewe
naw řûbarî zîw.
bałay şî’irim her le řêwe
xoy tya nuqim kird.
xeyał toř bû
hezar tîşkî
řengawřengî girt.
leser pirdî meřmeř řeş bûy
dêrîney taqtaq
birîskey dê
paytextekey
qij gułe mêlaq.
* * *
 
- 2-
bo kwê biřom namoyîy kurd
ełêy sêberme
nîgakanî pêłûy teřî
peřey defterme.
bo kwê biřom kurdistanim
her legełdaye
lêreyş – sîrwan –
le hawarî
naw - danûb –daye!.
danûb! hatim le kenarta
birîn bisrewê
le colaney
naw şepolta
xewî lêkewê.
hatim xemî daristanim
tozê be ba dem
beser singita
baz bidem û
wek minał řakem.
keçî xoşît
ta be lûzew
bête gyanmewe
aw ser eka le pencerey
herdû çawmewe.
çunke danûb, şayît bo min
’umrî dû řoje
bełam ’umrî şewnxûnîm
êcgar dirêje.
* * *
ey «culîta»!
kiçî danûb!
bergî ber sakar
pêst tenkî, twêkił nask
henarî awdar.
sipêne řûn
laskî pirç, wek pełkî çinûr
askî małîy sił nekirdûy
naw hoł û naw jûr
sersam mebe!
melî namoy em demuçawe
bałî ewîş
wek wiłatim
tund tund bestirawe.
ba lamlîş le şepolî
gerdinit hełsiwê
bełam çî bikem
xem girtiwêtî û
bize naygirê,
min ezanim to û bodabist
le danûbewe
zor pencerey
şî’rî cwantan
bo min kirdewe
leber tawî barantana
dirextî bejnim
bew çend řoje
gełay tazey
wişey bo girtim.
ey pasarî!
cirîwey to! zimanî ewîn
kwêrekanî behrey wişkî
xistime hełqułîn
bełam cwanê kiçî danûb
řêgey sibeynê
embatewe bo wiłatî
xem tya nişînê
embatewe bo ew şwêney
guł tya ekujrê
kiç le nisêy hejarîda
sîs ebê, emrê.
eřomewe û yadgartan
ekem be serîn
bo şewanî
tenyayîm û
dinyay xew bînîn.