baranêkî řeş

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  871 Dîtin
řenge êsta, xoşewîstîy minit lela
wekû xewêk bête berçaw
wekû momê ke çend şewê
le jûrêkî biçkoleda, dat’egîrsand
bo maweyekî kem xayen
tabloy jyanî dahatût pê enexşand
dyare ewînî min lelat
wek cigere hate berçaw, ledway kêşan
sûtûy ’umirim, lejêr pêta
pêşêł kira...!
yan wek pełe hewrî behar
swarkarê bûm
bo maweyekî kem xayen dam le bwarî asmanit
le dwayîda le asota sûr hełgeřam
bûm be pełe û
beser sîmay xoşewîstî û ’eşqeketda
dyarî kiram!
wa řoyştî bê nawnîşan!