bextewerî

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  1056 Dîtin
hewłim eda bitnasim û bitnasênim
kewşî poła û goçanî asin be destim
kołan, geřek, şar û ladê
nema beşwênta negeřêm
kesê nebû nawwinîşanêktim bidatê.
deşt û çoł û çyam biřî
tom her nedî.
zeryakanim be henasey giř tê ber bûm
kird be hełm û, çîm tya nedîn.
xembar, mandû, dił piř azar
le xemî hejaran û
birînî cestey zamdaran
wird bûmewe
hemû têkřa pêm pêkenîn:
«bextewerî?!
ewey beşwênya egeřî
mindałê bû be sawayî seryan biřî.»