bełge

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  775 Dîtin
diłim buxçeyekî kiraweye
emey heye le řwałetda... her eweye
ger emzanî temenî xoşewîstî lat
hênde kurte û
mêhrebanî cwanemerge,
ger emzanî, wişekanim ekey be ełqey zincîr û
şî’rekanîşim be bełge û,
qed namnasî û be pirçî xom hełmewasî
diłim ekird be micrî poła û asin
bełam daxim, direng zanîm
demamk û diro û xendey bê nawerok
mîratî ’eşq û henasey em sedeye.