bêzarî

weytelûs qerałêkî řom bû katê le meydanî şeřda laşey «oton»y řeqîbî xoy bînî ke bo genî kirdibû bonî pêwe kird û witî: bonxoştirîn bonî dinya bonî laşey genîwî řeqîbe.
Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  757 Dîtin
ey şewezeng
wexte minîş wek «weytelûsNava taybet»
laşey genîwî «otonNava taybet»yit bon bikem û
biłêm oxey.
wexte şûşey ’umirit bişkê
hêndey nemawe bibme giř
çiřistanî piř le kînet bisûtênim
bibme lafaw, cełẍey derûnit řamałim
zor lemêje
derûnî min le ’astî to piř le qîne
henasey min agirîne
hêndey nemawe, wek heło
qeleřeşkey namoyîy to
le daristan bitarênim