bêzarî

weytelûs qerałêkî řom bû katê le meydanî şeřda laşey «oton»y řeqîbî xoy bînî ke bo genî kirdibû bonî pêwe kird û witî: bonxoştirîn bonî dinya bonî laşey genîwî řeqîbe.
From the Book:
Geşey Ewîn
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  756 views
ey şewezeng
wexte minîş wek «weytelûsNamed-Entity»
laşey genîwî «otonNamed-Entity»yit bon bikem û
biłêm oxey.
wexte şûşey ’umirit bişkê
hêndey nemawe bibme giř
çiřistanî piř le kînet bisûtênim
bibme lafaw, cełẍey derûnit řamałim
zor lemêje
derûnî min le ’astî to piř le qîne
henasey min agirîne
hêndey nemawe, wek heło
qeleřeşkey namoyîy to
le daristan bitarênim