hawdemî taqedłî bê lutfî to tenyame şew
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
1 Xulek
951 Dîtin
hawdemî taqedłî bê lutfî to tenyame şew
cûtî řazî sînekey sefwet le des senyame şew
perdekey settarî ’eyb û ’arî derdî mîḧnete
cêy henase û ah û firmêsk û hela û huryame şew
hawzimanî derd û daxî řojî hîcrî diłbere
pêxefî endamekey bê layen û bê lame şew
bo ḧusułî xełwetî unsî xeyałêkî mudam
mebde’î daẍ û suweyda meqsedî sewdame şew
ta be sîřřî pêçî zułfî ew nîgarem ka emîn
řehnemay řêgey ḧeqîqet muřşîdî bê tame şew
çawî estêre kila nabê wîsałî muşkiłe
gîrî des perdey řeqîb wek yarî meh asame şew
ger dizî ẍem bête ser małî diłit tahîrNasnava edebî çi bak
çunke kêşkiçî beřêz û ḧazir û wiryame şew