minim diłçakî ser mewday bijangî xencerit ya ew

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  1083 Dîtin
minim diłçakî ser mewday bijangî xencerit ya ew
minim zamdarî şimşêrî biroy dił peykerit ya ew
le beyday ’îşqe wa ’umrêke ’areqřêj û ḧeyranim
bełê ey newnehałim çake bo min sêberit ya ew
minim zerdî beła û derdî fîraq û tayerey ḧîrman
be destî min sizaye cûtelîmoy newberit ya ew
diłî min mawe zîndanî lebin çahî zenexdanit
le estoy min bi’ałê zułfekey wek çenberit ya ew
minim sûtawî tawî agirî dozex seray hîcran
lebo min çake cur’ey awî çeşmey kewserit ya ew
minim kuştey mesafî řencî ’îşq û daxî bê ḧasił
beser minda bilerzê qametî wek ’er’erit ya ew
betałîm ha betałe, hewł û pêşey talî’im nêşe
minim muḧtacî maçî le’lî noşî şekkerit ya ew
nuquşî lewḧî xatir mûbemû daẍ û sweydaye
le zułmî min binałim xałekey bo ’enberit ya ew
cinûn û şêt û meftûn, wale û mesḧûr û bê saman
emin mawim le ’îşwey çawekey cadûgerit ya ew
’etarud hate ser tewsîfî mangî zuhre enwarim
eto cêy derd û daxî yare tahîrNasnava edebî defterit ya ew