wekû darî emelim sebir û wefam bêsemere

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  991 Dîtin
wekû darî emelim, sebir û wefam bêsemere
wekû řêgey tełebim, řêm hemû kêw û kemere
min ke małkawlî destî sitemî canan bûm
çî biłêm qîrusye wa diłekem derbedere
gwêm nedaye egîna pêy dewtim nasîḧî ’eqił
megre em řêgeye piř cerde û xewf û xetere
xeberî damê be dinyayê îdî awatit bedînayî
êste wa xoy denwênê ke ełêy bêxebere
boç leber çawî eto kewtuwe tahîrNasnava edebî cana
hîç dezanî ke be dił tałbî saḧîb nezere