meger sefwet û ’eqił û ’îrfan nemawe
Li pirtûka:
            Hewargey Diɫan
        Berhema:
                Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
        
             1 Xulek
             1444 Dîtin
        
        
    meger sefwet û ’eqił û ’îrfan nemawe
ke lam nûrî şadî dił û gyan nemawe
meger payzî ẍem beharî diłî girt
ke katî sirûrî gułistan nemawe
xorî bextekey min le pêware yaran
ke enwarî zuhrecebînan nemawe
wefay yar û ’umrî emin bê subatin
şewm hatuwe û řojî çendan nemawe
syasałme û tawî firmêskî çawim
kize û sewzekem wişk û baran nemawe
serim pê û loy desî hîcrane tahîrNasnava edebî
wekû min kesê dûr le saman nemawe