meger sefwet û ’eqił û ’îrfan nemawe

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  750 views
meger sefwet û ’eqił û ’îrfan nemawe
ke lam nûrî şadî dił û gyan nemawe
meger payzî ẍem beharî diłî girt
ke katî sirûrî gułistan nemawe
xorî bextekey min le pêware yaran
ke enwarî zuhrecebînan nemawe
wefay yar û ’umrî emin bê subatin
şewm hatuwe û řojî çendan nemawe
syasałme û tawî firmêskî çawim
kize û sewzekem wişk û baran nemawe
serim pê û loy desî hîcrane tahîrPen name
wekû min kesê dûr le saman nemawe