legeł yek des le mil mawîn min û derdî fîraq îmşew

em ẍezełem bo seyd ḧesen seydizadey haşmî kuřî xom - silme alle ti’alî wituwe
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  691 Dîtin
legeł yek des le mil mawîn min û derdî fîraq îmşew
be ba çû komełî şadîm be sirwey îştyaq îmşew
be tînî tasekem birja henawî sebir û aramim
leber çawenwařîm çawî taqet mawe zaq îmşew
ḧesen wek gencî gewher kewte pêçî ḧełqeyî maran
emin lêre xerîk û piř pejare û bê tifaq îmşew
biçête çawim er tawê xewî piř meynetî hîcran
xefet herwek şeweçî hat û destî name naq îmşew
le nałem ah û nałe sa çilon załetrek nabê
ke bo zorî xemim kirdî le daxa xem meraq îmşew
ke ew mange cwanem lê kilaye hawdeman yaran
diłim giřgiř desûtêt û demim wa buwete taq îmşew
pyałey piř şerabî meynete waqî emin mawe
we ya gyan bo pyałey wesłî bałat mawe waq îmşew
ḧesen gyan bo řeha’ît lem hemû derdîser û řence
şefî’im lay xwa kêye? cige swarî buraq îmşew
sipasalarî hozî enbya ser’êlî diłpakan
le tałît xat û şîrîn ka be eltafî mezaq îmşew
be ummêdî xuda û lutfî şifî’ alimzinbînErebî tahîrNasnava edebî
ḧesen řizgar ebê û namênê asarî fîraq îmşew