be ’îşwe diłberî û diłdarî hêşta

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  1017 Dîtin
be ’îşwe diłberî û diłdarî hêşta
be ẍemze xwênxiwer û cebbarî hêşta
be řewtî ahuwane û ẍuncî tawus
nîgarîn yarekey pêrarî hêşta
egerçî bê dił û dînim le daxt
le diłda ḧakmî zordarî hêşta
bełê terkî wefa řesmî qedîme
nebûyte ẍeyrî min her yarî hêşta
be lêwan řûḧbexşî wek mesîḧa
be çawan nêrgisî bîmarî hêşta
be nafey zułfî piř çîn û muselsel
kesadî tebbetNava taybet û tatarNava taybety hêşta
emin sermayekem berbade û axo
leber min ’aciz û ẍemxiwarî hêşta?
bełê gerçî xeta řoyît be yarî
le pêş çawim nikûkirdarî hêşta
egerçî bo řeqîb wek guł depşikûy
lelay min newgułî bêxarî hêşta
nełêy tahîrNasnava edebî le řeftarim buwe zîz
letîf û şox û xoş řeftarî hêşta