mehî min řoşin û řexşane hêşta
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
1 Xulek
1266 Dîtin
mehî min, řoşin û řexşane hêşta
zewałî zułmetî ḧîrmane hêşta
deway ḧałî derûnî namurade
şefay derdî ẍemî hîcrane hêşta
mełên gîrawe řûy wek bedrî kamîl
lejêr hewrî ẍema tabane hêşta
begyanî ew ke gyanim piř ’ezabe
bełam gyan û dił û canane hêşta
eger çî bê subat û kem wefa bû
le ’îşqî wa diłim ḧeyrane hêşta
be mîwanî dû le’lî canfezay bim
lenêw diłya ẍemim mîwane hêşta
bełam daxî le diłma xanexwêye
çiray lew daxeye, ewyane hêşta
be încazî wîsałî řoḧ û gyanim
dexîlî ẍewsekey geylane hêşta
ke paşî heştised û bîst û çwarsał
be diłda yadî nûr’efşane hêşta
egerçî dîcleye firmêskî çawim
be lutfî ew lebim xendane hêşta
egerçî şermesar û piř gunahim
şefî’im ḧezretî sułtane hêşta
wekû tahîrNasnava edebî enîsî fezłî feyzim
le tozî xakî ew asane hêşta