hemû awatî dił wa bê eser ma

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  964 Dîtin
hemû awatî dił wa bê eser ma
dirextî arezuwekem bê semer ma
xeyałim kewte dûy ’enqay wîsalit
ewîş wek min hejar û derbeder ma
becê hat sebrî eyîwbîm be dû qat
bełam derdî dił û jarawî her ma
le hîcra wa geyî ’umirim be axir
le kwê wek min kesê wa desteser ma
zemane mûy sipî kirdim bebê cê
le ḧałim řûy sya bê bê xeber ma
demey ahim çilon řêgey degîrê
ke wek eşkim řewan û řê leberma
giriftarim be dawî bêwefayî
ke xwên û dîn û îmanim heder ma
deba řencim be ba bê mîslî ferhad
be şîrînî nîgarim wa semer ma