witim řoḧim fîday to kem witî la

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  880 Dîtin
witim řoḧim fîday to kem witî laErebî
le to fîdyem nîye meqbûłim alaErebî
hetakey hewrî nîsan bê dû çawim
eya xendet wekû lû’lû’î lalaErebî
wekû qumrî heta key min binałim
le hîcrî qametit ey serubała
lelat bêqedre gyan û dił wekû xoł
çi ḧacet neqid û mał û cîns û kała
şika êsqanî cestey min le cewrit
be řef’et her bijî ew qedrî wala
emin ba zor bê kogay seyî’atim
kerem mebdaye bo îḧsan û ała
be ẍemxiwarî minim mecnûnî kurdan
be diłdarî etoş leyla be leyla
be mexmûrî witim xwênxore çawit
îlahî tobe bê lem terkî ûla
becarê bûn be naḧez yar û diłsoz
beła barî beser minda le her la
be ustadî muşîrî ’alemê bûm
emêsta mesxerey edna û e’la
wekû tahîrNasnava edebî weha bo ḧezretî yar
kesê neykirduwe şî’rî xoş îmla