muḧeqqeq bû le ’alemda werin yaran be merdane

bo şêx ’ebdulkerîmî geylanî
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  627 Dîtin
muḧeqqeq bû le ’alemda werin yaran be merdane
şehî ’ebdulkerîmNava taybet na’îb menabî pîrî geylane
diłî ’alem munewwer bû be dingî kosî îrşadî
îlahî berqerarî key lebo em gişt mirîdane
biḧimd alilhErebî terîqey qadrî emřo be lutfî ew
buwe eḧya be yek def’e muqabîl řesmî carane
’eca’îb murşîdî çake, le efkarî bedî pake
le qisey xełqî bêbake, ẍerîqî beḧrî ’îrfane
be xûbî yosfî sanî, be hîmmet qutbî řebbanî
lelay cehir û nîhanî wekû yek her numayane
sexawet ḧatemî ta’î, şuca’et xalîdî ẍazî
be ḧîkmet îbnusînayî, fesaḧet şubhî seḧbane
le sîdqa mîslî sedîqe. le ’edla îbnî xettabe
le ’îlma şêrî keřřare, le ḧîlma şubhî ’usmane
’umûmen pîrî em weqte le îrşadî perêşanin
ke ’alem wa be yek def’e bûn meczûb û dêwane
kesê me’lûle emřo ke biçête jêr kemendî ew
ke lutfî ew lebo derdî guneh dermanî luqmane
birîqey berqî îrşadî hełî gîrsan sîraceddîn
le te’sîrî ḧedîsî ew hemû ’alem musułmane
le dunya murşîdî kamîl ewe bo ḧellî her muşkîl
ewe luqmanî derdî dił gułî fîrdewsî řîzwane
’esay lutfî deka şeqqî yemî ’usyan le bo xełqî
xotan řahî ken ey ’alem lenêw em beḧrî nisyane
çi ḧacet to beyanî key wîsałîNasnava edebî fezłî ew şêxe
dyare keşfî ew pîre wekû xurşîdî tabane