ey yarî nazenînim wey serwî gułistanim

pênc xiştekî leser şî’rî zêwer
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 3 Xulek  968 Dîtin
ey yarî nazenînim wey serwî gułistanim
řeḧmê bike be ḧałim, toy nûrî çawekanim
şeydayî zułfî xawî turkî biro kemanim
besrawî řawî çawî şuxêkî newcewanim
gîrawî ḧelqedawî seyyadî ’aşiqanim
çaroke sipî dûbade, la lem torane lade
bes ’umrî min be bade, bimşêle ḧacî zade
***
biřwane ḧałî zarim, ey yarî seyr û geştim
be barî dûrî lêwit hemtayî qewse kuştim
gahê mekînî mescîd, gahê le nêw keniştim
zelîlî leylî bê meyl, mecnûnî kuh û deştim
bê yar û karubarim, řefîqî weḧşyanim
çaroke sipî hewrî lar, gerdin berzî qed çinar
kułimit bêne maçî kem, bo def’î derd û azar
***
nefrîne lem gułîne û manendî ahûyî sił
nałîne kesb û karim wek ’endelîbî serçił
sûtawe murẍî řoḧim be nazî şem’î dû guł
tika, şika becarê, şerab û şîşeyî dił
esrarî mexfyatim, kewtote ser zubanim
kiras ketanî çînî, qabîl be hełperînî
wek şem’î meclîs ara şîrîn û nazenînî
***
menwaře haywihoy min, binwaře sifit û soy min
menwaře waywi’oy min, binwaře řesim û xoy min
be maçî le’lî lêwit, bimrêne kifit û koy min
menwaře cistucoy min, binwaře giftugoy min
şîrîne qîl û qalim, meddaḧî diłberanim
ey şahîdî dił aram, nermołe û nask endam
bê şewqî şem’î řûy to, yek leḧze nîme aram
***
meşẍûłî dengî tar û mîzmar û saz û çengim
mexmûrî camî lêwî muẍbeçeyî ferengim
kujrawî tîẍî ebro û mujganî wek xedengim
min pestî destî şestî çawmestî dîdeşengim
muḧtacî bacî maçî řûmet gułî cînanim
ey newnîhalî çînî, manendî ḧûrî ’eynî
le baẍî arezûda wek şahî xoşnişînî
***
ew ḧore bîkire taze, sułtanî textî naze
taracî ’eqił û dîne, bê řeḧim û bê nyaze
şahênî çawî tîjî bo ḧemle şubhî baze
hemîşe ḧîlebaze, carcare diłnewaze
gahê leser zemînim, gahê le asmanim
ey lu’betî yemanî, ẍułamî tom ezanî
destim le mil ke carê, to yarekey xomanî
***
nexoş û mestim ey yar, hatûm lebo zyaret
keç nabê ke’be carê, bêjî be min kefaret
dermanî derdî dił ke ta key cefa û meraret
dił bote bote bo to, piř nar û pir ḧeraret
fewtawe dił ewêsta xerîkî ḧîfzî canim
serpoş ketanî bane, her çend ke çawit cwane
lutifit bibê ke carê, eḧwałî min bizane