ey diłberî cînanî ẍemxiwar û mîhrebanî

pênc xiştekî leser şî’rî zêwer
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  1077 Dîtin
ey diłberî cînanî, ẍemxiwar û mîhrebanî
meḧcûbî qametî ton, hemû serwî řewanî
ferhad û xusrewt kuşt be yek ẍemze nîhanî
çunke teswîrî kêşay, neqqaşî asmanî
le ḧusnî neqşî ebrot, ḧeyran û matemanî
biro taq û memk cût, şew û řoj kewtûme dût
fîdayî nazî çawit ’êraq û şam û bêrût
***
ey lêw nebatî mîsrî, didan birincî sedrî
exter mîsale çawit, be řû manendî bedrî
bo cejnî pořî ’uşşaq, herwek şehên û seqrî
be marî tarî zułifit, řêy maçî ’aşiq egrî
nextê ’edałetit bibê, besye ger musułmanî
piştên şilî sablaẍî, memkit sêwî meraẍî
her çend ke sîne baẍî, boç wa le min be daẍî
***
dił barî kird becarê le ’eşqî nazdarê
taze îsraḧet nema, bo min le hîç dyarê
şew ta seḧer enałim bo ’etrî ẍunçezarê
me’lûm nîye bimênim, sibḧey takû êwarê
wîsałîNasnava edebî taze neyma temennayî jyanî
melîḧa xan û şukirî, egrîn le tawî fexrî
kwêr bim bo çawî sebrî, bo bedrî xane egrî
***
meřwane ger wîsałîNasnava edebî nabût û řût û qûte
wîrdî zimanî da’îm te’rîfî ḧusnî řûte
legeł ebroyî taqit, ahî derûnî cûte
zêwerNasnava edebî ẍułamî xote, em core ḧeyfe xûte
memnûne ger bifermûy toy ’ebdî astanî
desmał şêley pênciwênî, bo çî xot nanwênî
mirdim bo çawî kałit, bo carê namdiwênî?
***
ey askî xoş xeram, kelamit şekir û badam
be dewrî çerxî çawit, hewday wicûdit badam