esîrî çerxî dewranim ẍerîbim sa xuda řeḧmêk

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 3 Xulek  561 Dîtin
esîrî çerxî dewranim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
zelîlî mułkî bełxiwanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
eger çî deştekey bełxiwan hemû baẍate lakîn min
bebê guł mat û ḧeyranim, ẍerîbim sa, xuda řeḧmêk
sitarey bextî min cana yeqîn kewtuwete tarîkîy
ke êsta cuẍdî bełxiwanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
ewend dama û giryawim, serapa ẍerqî xwênawim
nemawe nûrî çawanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
peşêwî ’eşqî yaranim, mîsalî şêxî sen’anim
řefêqî weḧiş û teyranim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
seḧabî perdeyî hîcran, le min poşî řuxî canan
bebê řûy mahî tabanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
beden wek qeqnes lê hat û xanûyî sebrekem sûta
zerûrî wesłî xûbanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
beyadî seřseřî hîcran, minî mîḧnetzedey hîcret
nema şem’î şebistanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
’eceb mestûr û bîmarim, le bełxiwana bebê hemdem
be dił muḧtacî luqmanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
’îlacim zeḧmete bikirê, necatim bê le tenhayî
xuda toy derdî dermanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
be bêkes lêre danîştûm, hetîw’asa hemû weqtê
leber derk û le eywanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
xuda kwa řaḧetî canim, lebo kwê řoyî nazanim
hemû dem zar û giryanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
be tenha min le bełxiwana xerîkî şuẍłî cananim
xorakî mêşe řişkanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
bebê dîdarî hemiz’aẍa nemawe ’eyş û eḧwałim
hemîşe her le kêwanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
le çingî dêwî fîrqetda, le çing şahênî mîḧnetda
şikist û xar û buryanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
legeł derd û perêşanî, wekû ye’qûbî ken’anî
muqîmî kuncî eḧzanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
lenêw wadî ẍemî dûrî, lenêw hamûnî mehcûrî
serasîme perêşanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
le kêwî bêstûnî ẍem, le des çû řoḧî şîrînim
qetîlî załî ḧîrmanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
îlahî qeryekey bełxiwan be zûdî xoş û awa e
bebê hemdem be efẍanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
xudawenda ẍezeb bigrî le îngilîz û le îngilîzî
ke her dû bûne şeytanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmên
mîsalî nefis û şeytanin, ke herdû řehzenî dînin
le her dû har û ’usyanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
eger çî řûřeş û ’asîm, xuda tobe peşîmanim
eger çî şêt û nadanim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
diła to terkî dunya ke, demê yadî byara ke
ewe ummidî ẍufranim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk
wîsałîNasnava edebî mijde bê yaran, nizîke bêtewe bełxiwan
şukir diłşadî qur’anim, ẍerîbim sa xuda řeḧmêk