ya risul alilh be qurbanî qedit bê cîsim û can

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 3 Xulek  737 Dîtin
ya risul alilhErebî be qurbanî qedit bê cîsim û can
pirtewî řuxsarî pakit, şu’le bexşayî cîhan
serwî bustanî îrem, xware legeł bałayî to
řîşkî baẍî řûyî toye, dem be dem řewzey cînan
zeřřeyêkî qedrî toye řef’etî ’erşî ’ezîm
behreyabî nûrî toye mîhrî erz û asman
ger be mîzanî teqabul bêt û sencîde bikey
wek ḧeşîşêke legeł to qedrî ’alem bêguman
serwera toy ba’îsî îcadî ’alem lacirimErebî
her etoy meḧbûbî qelb û zatî ḧeyyî lamekan
qîbleyî ummêdî ’alem tacî ferqî enbya
şehsiwarî lîlة alasrîٰErebî etoy fexrî zeman
me’denî sîdiq û sefa, ey menbe’ û ’eynî wefa
řafî’î cewr û cefa, gułbunî bustanî can
mexzenî ’îlim û ḧeya û kuhî ẍufranî xuda
saḧêbî sîdiq û ’edalet řehnumayî gumřehan
min le hamûnî zełalet gumřehim burhanî dîn
multefît be şahî ’alem pêm nîşande řêy eman
min muqîmî astanim bo gułî endamî to
bimderê ’etrî hîdayet ba’îsî boyî gułan
min ẍerîqî çahî fîsqim toy ’ezîzî mîsrî dîn
min nexoşî derdî ’eşqim toy tebîbî ḧałzan
ẍîretî çewganî xot bîke be te’wîzî milim
nek lenakaw bîfřênê duşminim şanî îman
ger eto meylit bibê nabim le cennet bê nesîb
řehnumayîm ke be fezłî xot be fîrdewsî cînan
dił birîndare be tîrî ḧesret û derd û elem
key debê dermanî key ey dafî’î derd û ẍeman
padşahî mułkî dîn, sułtanî textî kîbrya
multefît be bo ře’îyet weqtî zîllet el’eman
ya řesûlełła dexîlit bim bo weqtî qebzî řoḧ
’eskerî lutifit muheyya ke lebo def’î ẍeman
ya řesûlełła le dergahit feqîrêkim zelîl
memke bê behre le řeḧmet, padşahî îns û can
ya nebî to xot dezanî duşminî şeytan û nefis
her dû da’îm ḧazirin bo ẍaretî dîn û îman
ger nebî ḧazir be yek leḧze deken tałanî dîn
çon debê farîẍ bibê le minî feqîrî bê zuban
ya řesûlełła ewa kewtûme jêr barî gunah
destigîrîm ke, ke hestim, destigîrî mu’mînan
bê le hawarim ẍîwrî dîn bo weqtî sa’îlan
ta biłêm alilhErebî yekêke, bê şerîk û bê mekan
ew deme mirdû be řûtî dêne meydanî ḧuzûr
destî min damanî to, nemkey zelîlî taẍîyan
her etoy nazîr lebo ummet lejêr sayey xuda
ẍîretit zahîr bike řuḧim fîdat bo muznîban
melce’ û me’wa nîye lew weqteda ẍeyrî eto
merḧemet fermû lebo min ey şefî’î ’asîyan
ger mededkarîm nekey qurban le dîwanî ceza
bê wesîle dademênim mîslî biznî bê şeban
ya risul alilhErebî wîsałîNasnava edebî bendeyêkî řûsya
pêy nîye twêşey qyamet ẍeyrî giryan û fuẍan