be ḧubbî êwe meşẍûłim eger çî zahîren dûrim
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
1 Xulek
782 Dîtin
be ḧubbî êwe meşẍûłim eger çî zahîren dûrim
welî bew şem’î dîdartan esîrî tarî deycûrim
bexêr bên ey cenabîne ke barêNava taybettan mubarek kird
le weqtî ’esrewe ta ḧał, be bê endaze mesrûrim
du’ay xêr lazme bîken xuda bełkî bika řeḧmê
xusûs bende le çing emsał be ẍayet mat û meẍdûrim
nebû mumkîn ke şew bêm û be xizmettan muşeřřef bim
we îlla min be dîdartan wekû perwane mecbûrim
be mujdey hatnî êwe be misîlî ẍunçe pişkûtim
feqet kewtûm serim êşê leber bê çayî řencûrim
wîsałîNasnava edebî ḧałî şêwawe, be wez’î sał xiłafawe
mełên boç dyar nebû qurban, be wełła xeylî me’zûrim