ela ey hemdemî jîn û mematim

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  451 Dîtin
ela ey hemdemî jîn û mematim
ela ey ba’îsî nefî û sebatim
ela ey yûsfî ken’anî mawetNava taybet
ela ey mayeyî neqid û ḧeyatim
cenabî beg mudîr û ’elî yefendî
ke êwen wasîtey tefrîḧî zatim
be ẍeyrî êwe bo min kwa emîrê
be çakî pêm biłê çarey necatim
bełê ḧałim le êwe aşkiraye
ezanin bo çî bem germaye hatim
îtir em ’erzî ḧałem boye nûsî
ebê em care zor pirsin şikatim
ke êwe melce’î bêçareganin
ebê karê biken zû bê necatim
minî meḧzûn beřastî çwarde mange
esîrî mîlletî sûreqełatim
be qewlî řîş sipî û maqûł û kwêxa
qerarî bîst dînaryan da beratim
eger çî sabîqen fermût be meḧmûd
be sehlî bidrê parey baqyatim
legeł ḧukmita nebê bêsûde teblîẍ
temaşa ken ke çen meẍdûr û latim
qisey meḧmûd ke zanîm bê řewace
lewê řoyîm be mecbûrî hełatim
ebê em baqyate êwe bîden
nepirsin êwe ger dad û şikatim
ezanin êweş û ’alem ke nîme
be ẍeyrî em berate warîdatim
ke êwe nazirin bo mułk û mîllet
meken sistî le ’erz û la’ḧatim
eger çî êwe mellaḧêkî çakin
welî min ẍerqî gêjawî furatim
biłêm çî emrî xwaye çun du’agom
ewa her bê î’aşe û bê xełatim
wîsałîNasnava edebî mestî badey ’eşqitane
kewa awareyî xak û wiłatim