çî kem le bextî xewtû yar hat û pêm nezanî

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  478 Dîtin
çî kem le bextî xewtû, yar hat û pêm nezanî
çingî her wek muẍîlan le çakîm wer nehanî
ger şew be xew emzanî řêbazî baze êre
bo exzî neḧlî yaran sed ’enkebûtim ehanî
biřwane meylî seyrit, çon dił şiksitî kirdim
mer mu’mînanî wesiłit cebrî bika, şikanî
bew we’deyey ke fermût dił întîzay řête
be ’usret řabwêrîn êware ta beyanî
yar er ḧezî leser bê, xalîs ke behrewer bê
be diłya řa’ebuwê, meylî qełaçwałanîNava taybet