ela ey saḧîbî derk û dirayet

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  525 Dîtin
ela ey saḧîbî derk û dirayet
ela ey nazmî mułk û wilayet
ela ey saḧîbî řuşd û keramet
ela ey me’denî cûd û sexawet
ela ey saḧîbî zenin û feraset
ela ey gewherî kanî se’adet
ela ey neẍmexwanî subḧigahî
ela ey ẍunçeyî baẍî melaḧet
ela ey duřřî deryayî şerafet
ela ey sanî’î şehrî řeşadet
lebo tezîynî meclîs şem’ asay
wekû seḧban û wa’îl bo fesaḧet
ela ey bulbulî bustanî mawet
ela ey gułbunî baẍî letafet
be germa boye hatim to bibînim
ke çî xałî bû bê cê û meqamit
ḧelîm xanNava taybet řûy sipî bê, bê qisûr bû
le xizmet kirdina neykird řexawet
bebê to nan û mast û çayîman xward
welî bê lefzî to neybû ḧelawet
îtir ẍem her wekû baran ebarî
ke meḧrûm bûm le dîdarî cenabit
ke to ḧazir nebî ey nûrî çawim
wekû wêrane waye mułkî mawetNava taybet
wîsałî toy nedî, çawî wîsałîNasnava edebî
letawa zorî řişt eşkî nedamet